Li Wanê 'Nobeta Edaletê' di roja 28'an de ye: Em li gel girtiyên xwe ne 2022-01-06 16:17:56     WAN - MEBYA-DER û TUHAY-DER di roja 28'emîn a "Nobeta Edaletê" de çûn serdana malbatên girtiyan ên dest bi nobetê kirine. Di serdanê de peyama, "Em ê heta dawiyê bi girtiyên xwe re bin" hat dayin.    "Nobeta Edaletê" ya li Wanê ji aliyê malbatên girtiyên înfazên wan hatine betalkirin û nexweş in hatibû destpêkirin di roja 28'an de didome. MEBYA-DER û TUHAY-DER çûn serdana malbatên li Baroya Wanê nobetê digirin.    'Em amade ne ku tiştên dikeve ser me em pêk bînin'   Hevserokê MEBYA-DER'ê Burhan Demir,  wiha got:"Ji ber ew nasnameya xwe û zimanê xwe înkar nakin bi her zextê rû bi rû dimînin. Em ê heta dawiyê li gel girtiyên xwe bin. Em rêzê li hember sekna wan a bi rûmet digirin. Em amade ne ku tiştên dikeve ser me em pêk bînin