Meclîsa Dayikên Aştiyê avakirina xwe ragihand
- 15:47 2 Çile 2022
- Rojane
EDENE - Li Edeneyê Meclîsa Dayikên Aştiyê hat avakirin. Dayikan di daxuyaniya îlankirina meclîsa xwe de bal kişandin ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Oclan û gotin: "Divê tecrîd bê bidawîkirin û girtiyên nexweş bên berdan."
Meclîsa Dayikên Aştiyê li Edeneyê avakirina xwe ragihand. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê Tulay Hatîmogûllari, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek Dayikên Aştiyê beşdarî daxuyaniya li avahiya HDP’a Seyhanê hate dayîn bûn.
Dayika Şemsa Bagdû ku di daxuyaniyê de axivî, diyar kir ku weke dayikan li dijî mirinan e û xwestin girtiyên nexweş bên berdan. Şemse, xwest tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan û şer bên bidawîkirin.