Meclîsa Dayikên Aştiyê avakirina xwe ragihand 2022-01-02 15:47:19     EDENE - Li Edeneyê Meclîsa Dayikên Aştiyê hat avakirin. Dayikan di daxuyaniya îlankirina meclîsa xwe de bal kişandin ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Oclan û gotin: "Divê tecrîd bê bidawîkirin û girtiyên nexweş bên berdan."    Meclîsa Dayikên Aştiyê li Edeneyê avakirina xwe ragihand. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê Tulay Hatîmogûllari, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek Dayikên Aştiyê beşdarî daxuyaniya li avahiya HDP’a Seyhanê hate dayîn bûn.    Dayika Şemsa Bagdû ku di daxuyaniyê de axivî, diyar kir ku weke dayikan li dijî mirinan e û xwestin girtiyên nexweş bên berdan. Şemse, xwest tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan û şer bên bidawîkirin.