Li Efrînê jinek û bavê wê hatin revandin

  • 13:08 28 Kanûn 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Efrînê xwendekarek û bavê wê piştî ku ji Helebê vegeriyan, hatin revandin û niha ne diyar e ku li ku ne. 
 
Çavkaniyeke ji navçeya Raco ya Efrînê ragihand roja 26'ê Kanûnê, xwendekarek û bavê wê ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk ve hatine revandin.
 
Navên kesên hatine revandin wiha ne: Sîlîn Hesen (21) û bavê wê Elî Hesen (50) û ji gundê Mîdana yê Racoyê ne.
 
Çavkaniyê ragihand ku Sîlîn xwendekara Zanîngeha Helebê ye û beriya niha bi hefteyekê tevî bavê xwe vegeriya gundê xwe. Lê ew ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk ve hatine revandin û çarenûsa wan niha ne diyar e.