Li Efrînê jinek û bavê wê hatin revandin 2021-12-28 13:08:46     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Efrînê xwendekarek û bavê wê piştî ku ji Helebê vegeriyan, hatin revandin û niha ne diyar e ku li ku ne.    Çavkaniyeke ji navçeya Raco ya Efrînê ragihand roja 26'ê Kanûnê, xwendekarek û bavê wê ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk ve hatine revandin.   Navên kesên hatine revandin wiha ne: Sîlîn Hesen (21) û bavê wê Elî Hesen (50) û ji gundê Mîdana yê Racoyê ne.   Çavkaniyê ragihand ku Sîlîn xwendekara Zanîngeha Helebê ye û beriya niha bi hefteyekê tevî bavê xwe vegeriya gundê xwe. Lê ew ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk ve hatine revandin û çarenûsa wan niha ne diyar e.