Hêzên Iraqê dixwazin derdora Wargeha Mexmûrê têl bikin
- 11:25 27 Kanûn 2021
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hezên Iraqê serê sibê dora Wargehê Penaberan a Mexmûrê xwestin têl bikin. Li dijî wê yekê şeniyên wargehê herikîn seytereyê.
Hêzên Iraqê serê sibê xwestin bikevin Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr). Hêzên Iraqê xwestin derdora hemû wargehê têl bikin û bixin dorpêçê.
Li ser vê şêniyên Wargeha Mexmûrê herikin seytereyê û nerazîbûn nîşa hêzên Iraqê dan. Aloziya li seytereyê hîn dewam dike.
Tê payîn Meclîsa Gel a Mexmûrê daxuyaniyek bide.