Hêzên Iraqê dixwazin derdora Wargeha Mexmûrê têl bikin 2021-12-27 11:25:19     NAVENDA NÛÇEYAN - Hezên Iraqê serê sibê dora Wargehê Penaberan a Mexmûrê xwestin têl bikin. Li dijî wê yekê şeniyên wargehê herikîn seytereyê.    Hêzên Iraqê serê sibê xwestin bikevin Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr). Hêzên Iraqê xwestin derdora hemû wargehê têl bikin û bixin dorpêçê.   Li ser vê şêniyên Wargeha Mexmûrê herikin seytereyê û nerazîbûn nîşa hêzên Iraqê dan. Aloziya li seytereyê hîn dewam dike.   Tê payîn Meclîsa Gel a Mexmûrê daxuyaniyek bide.