Kampanyaya '#BiKurdî’ îşev dest pê dike

  • 10:54 27 Kanûn 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rewşenbîr, nivîskar û rojnamevanên ji Rojavayê Kurdistanê kampanyayeke bi navê “#Bi Kurdî” ragihand. 
 
Gelek rewşenbîr, nivîskar û rojnamevanên ji Rojavayê Kurdistanê, dê bi navê “Bi Kurdî” kampanyayekê bidin destpêkirin. Pêngav ji bo ku sala 2022'yan bikin sala xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî, pêk tê.
 
Zimanhez bi vê kampanyayê dixwazin zimanê kurdî li hemû warên jiyanê de bêhtir cihê xwe bigire; yek jê jî bi zimanê kurdî weşandina belavok û biryarên Rêveberiya Xweser be.
 
Kampanya îro li ser medyaya dijîtal di saet 19:00`an bi etîketa #Bi Kurdî dest pê bike