Kampanyaya '#BiKurdî’ îşev dest pê dike 2021-12-27 10:54:31     NAVENDA NÛÇEYAN - Rewşenbîr, nivîskar û rojnamevanên ji Rojavayê Kurdistanê kampanyayeke bi navê “#Bi Kurdî” ragihand.    Gelek rewşenbîr, nivîskar û rojnamevanên ji Rojavayê Kurdistanê, dê bi navê “Bi Kurdî” kampanyayekê bidin destpêkirin. Pêngav ji bo ku sala 2022'yan bikin sala xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî, pêk tê.   Zimanhez bi vê kampanyayê dixwazin zimanê kurdî li hemû warên jiyanê de bêhtir cihê xwe bigire; yek jê jî bi zimanê kurdî weşandina belavok û biryarên Rêveberiya Xweser be.   Kampanya îro li ser medyaya dijîtal di saet 19:00`an bi etîketa #Bi Kurdî dest pê bike