PDK’ê dergeha Sêmalkayê bi blokên beton girt

  • 11:49 16 Kanûn 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên PDK’ê danê sibehê dergeha sînor a Sêmalkayê bi blokên mezin ên beton girt.
 
Aliyê Pêşxabûr (Başûrê Kurdistanê) ê dergeha Sêmalkayê serê sibehê ji aliyê hêzên Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) ve bi blokên beton hat girtin. Rayedarên dergeha Sêmalkayê diyar kir ku rayedarên PDK’ê bêyî agahiyekê pira Sêmalkayê girtiye.
 
PDK’ê berê jî gelek caran dergeha Sêmalkayê girtibû û ambargo li gelê Rojava ferz kiribû. Her wiha hate zanîn ku PDK’ê hemû kar û barên li dergehê sekinandine.
 
PDK’ê heta niha bersiv nedaye daxwaza malbatan a wergirtina cenazeyan ku ev 73 roj in li Sêmalkayê çalakiyê li dar dixin û danê sibehê dergeh girt.
 
Duh hêzên çekdar yên PDK’ê li deriyê Pêşxabûr êrîşî çalakvanên siyaseta PDK’ê şermezar dikirin, kiribû û 2 jê giran 15 çalakvan birîndar kiribûn.