PDK’ê dergeha Sêmalkayê bi blokên beton girt 2021-12-16 11:49:54     NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên PDK’ê danê sibehê dergeha sînor a Sêmalkayê bi blokên mezin ên beton girt.   Aliyê Pêşxabûr (Başûrê Kurdistanê) ê dergeha Sêmalkayê serê sibehê ji aliyê hêzên Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) ve bi blokên beton hat girtin. Rayedarên dergeha Sêmalkayê diyar kir ku rayedarên PDK’ê bêyî agahiyekê pira Sêmalkayê girtiye.   PDK’ê berê jî gelek caran dergeha Sêmalkayê girtibû û ambargo li gelê Rojava ferz kiribû. Her wiha hate zanîn ku PDK’ê hemû kar û barên li dergehê sekinandine.   PDK’ê heta niha bersiv nedaye daxwaza malbatan a wergirtina cenazeyan ku ev 73 roj in li Sêmalkayê çalakiyê li dar dixin û danê sibehê dergeh girt.   Duh hêzên çekdar yên PDK’ê li deriyê Pêşxabûr êrîşî çalakvanên siyaseta PDK’ê şermezar dikirin, kiribû û 2 jê giran 15 çalakvan birîndar kiribûn.