Li Sêrtê li qeraxa rê yek jê jin 2 cenaze hatin dîtin

  • 10:53 14 Kanûn 2021
  • Rojane
 
SÊRT - Li navçeya Misircê li qeraxa rê cenazeyê jin û mêrekî hatin dîtin. 
 
Li navçeya Misircê ya Sêrtê, cenazeyê jin û mêrekî hatin dîtin. Cenaze li qeraxa rê di wesayîtekê de hatin dîtin. Tîmên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê cenaze rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Sêrtê. Tîmên tenduristiyê diyar kir ku her kes jî bi guleyan hatine kuştin. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.