Li Sêrtê li qeraxa rê yek jê jin 2 cenaze hatin dîtin 2021-12-14 10:53:30     SÊRT - Li navçeya Misircê li qeraxa rê cenazeyê jin û mêrekî hatin dîtin.    Li navçeya Misircê ya Sêrtê, cenazeyê jin û mêrekî hatin dîtin. Cenaze li qeraxa rê di wesayîtekê de hatin dîtin. Tîmên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê cenaze rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Sêrtê. Tîmên tenduristiyê diyar kir ku her kes jî bi guleyan hatine kuştin. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.