Leşkerên Iraqê rojnamevan birîndar kirin

  • 10:01 13 Kanûn 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Nûçegîhana Çira Tv û JINHA’yê Nesrîn Hesen dema aloziya navbera ciwanên Sinûnê û artêşa Iraqê de dişopand bi guleya leşkerên Iraqê birîndarbû.
 
Nûçegîhana Çira TV û JINHA’yê Nesrîn Hesen a ji Şengalê dema şeva borî aloziya li Sinûnê ya di navbera ciwanên êzidî û artêşa Iraqê de dişopand û erka xwe bi cîh dianî bû hedefa guleyên artêşa Iraqê.
 
Nesrîn Hesen a ji lingê xwe birîndar bû, rakirin nexweşxaneyê û tê dermankirin.