Leşkerên Iraqê rojnamevan birîndar kirin 2021-12-13 10:01:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Nûçegîhana Çira Tv û JINHA’yê Nesrîn Hesen dema aloziya navbera ciwanên Sinûnê û artêşa Iraqê de dişopand bi guleya leşkerên Iraqê birîndarbû.   Nûçegîhana Çira TV û JINHA’yê Nesrîn Hesen a ji Şengalê dema şeva borî aloziya li Sinûnê ya di navbera ciwanên êzidî û artêşa Iraqê de dişopand û erka xwe bi cîh dianî bû hedefa guleyên artêşa Iraqê.   Nesrîn Hesen a ji lingê xwe birîndar bû, rakirin nexweşxaneyê û tê dermankirin.