Encamnameya Kongreya Diyaloga Kurd-Ereb eşkere bû

  • 11:25 12 Kanûn 2021
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi tevlîbûna zêdetirî 100 kesayetên ji seranserê Iraqê, li ser bingehê jiyanek hevbeş a gelan û civaka demokratîk Kongreya Diyaloga Kurd-Ereb li Bexdayê pêkhat. Kongre bi diyarkirina encamnameyê bi dawî bû.
 
Li Bexdayê bi pêşengiya Akademiya Siyaset û Fikir ya Demokrasiyê, bi alîkariya Komeleya Azadî ya Kurdên Feylî ên Iraq, Saziya Standar, Rêxistina Mirovî ya Ciwanên Şengal û Komeleya Dostaniyê ya li Parlamentoya Ewrupayê, Kongreya ‘Diyaloga Kurd-Ereb’ pêk hat. Di kongreyê de zêdetirî 100 akademisyen, rewşenbîr, nivîskar, civaknas û kesayetên navdar ên ji Iraq, Herêma Kurdistan û pêkhateyên cûda yên li Iraqê amadebûn.
 
Kongreya Diyaloga Kurd-Ereb bi diyarkirina encamnameyek ji 11 xalan bi dawî bû.
 
Encamnameya kongreyê wihaye;
 
"* Wê kongre ji bo pejirandin û nasandina hemû nasname, îdeolojî, netew, çand û rêgezan li Iraqê bitaybet, li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê bi giştî bi xebite.
 
* Kongre teqez dike ku rêya çareseriyê ya hemû pirsgirêk û nakokiyên li Iraq û Rojhilata Navîn divê ne bi şer, bi rêya diyalogê werin çareserkirin. Ji bo vê yekê jî pêwîstî bi projeya netewa demokratîk û dewleta hemwelatîbûnê heye.
 
* Kongre ji bo parastin û pêşxistina nirxên hevbeş ên çandî û demokratîk yên civakî û siyasî yên gelên navçeyê bi xebite.
 
* Kongre teqezî li ser diyaloga çandî ku bi dirêjahiya dîrokê di navbera gel û baweriyên sereke yên li Iraqê de hene, dike.
 
* Kongre hevdengiyê li gel hemû mijarên jinan yeksaniya li gel mêran a di warên cûda cûda de dike. Her wiha hemû cûrên şidetê yên li beramberî jinan tê kirin red dike. Giring dibîne ku jin di hemû waran de çalak bin.
 
* Kongre siyaseta dewleta Tirk a bi hişmendiya Osmaniya Nû ku dixwaze li herêmê pêkbîne û ol wek amrazek ji bo berjewendiyên xwe bikartîne, red dike.
 
* Dabeşkirina welatên herêmî û avakirina dewleta Iraqê bi sinorên naskirî ve, li ser xwesteka aliyên di şerê cihanê yê yekem de serkeftin, pêkhat. Ev yek rola gelên herêmê sinordar kiriye.
 
* Desthilata takekesî, dîkdatorî, tak hizbî û siyaseta navendîbûnê di avakirina dewleta hemwelatîbûnê de li ser bingehê nasnameya netewî ya Iraqî binketiye.
 
*Demokrasî, federalîzim, îdareya ne navendî û xwerêveberiya pêkhateyan li welat wê bibe bingehê pêşketin û azadiyan.
 
* Ji bo dewletek serdemane pêwîstî bi yeksaniya nava gelê Ereb, Kurd û pêkhateyên din ve heye. Bêy ku ti pêkhateyek were paşguhkirin.
 
* Pêwîstî bi diyalog û zelalbûnê heye. Her pirsgirêk hebe divê bi rêyên yasayî û destûrî werin çareserkirin."