Encamnameya Kongreya Diyaloga Kurd-Ereb eşkere bû 2021-12-12 11:25:49       NAVENDA NÛÇEYAN - Bi tevlîbûna zêdetirî 100 kesayetên ji seranserê Iraqê, li ser bingehê jiyanek hevbeş a gelan û civaka demokratîk Kongreya Diyaloga Kurd-Ereb li Bexdayê pêkhat. Kongre bi diyarkirina encamnameyê bi dawî bû.   Li Bexdayê bi pêşengiya Akademiya Siyaset û Fikir ya Demokrasiyê, bi alîkariya Komeleya Azadî ya Kurdên Feylî ên Iraq, Saziya Standar, Rêxistina Mirovî ya Ciwanên Şengal û Komeleya Dostaniyê ya li Parlamentoya Ewrupayê, Kongreya ‘Diyaloga Kurd-Ereb’ pêk hat. Di kongreyê de zêdetirî 100 akademisyen, rewşenbîr, nivîskar, civaknas û kesayetên navdar ên ji Iraq, Herêma Kurdistan û pêkhateyên cûda yên li Iraqê amadebûn.   Kongreya Diyaloga Kurd-Ereb bi diyarkirina encamnameyek ji 11 xalan bi dawî bû.   Encamnameya kongreyê wihaye;   "* Wê kongre ji bo pejirandin û nasandina hemû nasname, îdeolojî, netew, çand û rêgezan li Iraqê bitaybet, li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê bi giştî bi xebite.   * Kongre teqez dike ku rêya çareseriyê ya hemû pirsgirêk û nakokiyên li Iraq û Rojhilata Navîn divê ne bi şer, bi rêya diyalogê werin çareserkirin. Ji bo vê yekê jî pêwîstî bi projeya netewa demokratîk û dewleta hemwelatîbûnê heye.   * Kongre ji bo parastin û pêşxistina nirxên hevbeş ên çandî û demokratîk yên civakî û siyasî yên gelên navçeyê bi xebite.   * Kongre teqezî li ser diyaloga çandî ku bi dirêjahiya dîrokê di navbera gel û baweriyên sereke yên li Iraqê de hene, dike.   * Kongre hevdengiyê li gel hemû mijarên jinan yeksaniya li gel mêran a di warên cûda cûda de dike. Her wiha hemû cûrên şidetê yên li beramberî jinan tê kirin red dike. Giring dibîne ku jin di hemû waran de çalak bin.   * Kongre siyaseta dewleta Tirk a bi hişmendiya Osmaniya Nû ku dixwaze li herêmê pêkbîne û ol wek amrazek ji bo berjewendiyên xwe bikartîne, red dike.   * Dabeşkirina welatên herêmî û avakirina dewleta Iraqê bi sinorên naskirî ve, li ser xwesteka aliyên di şerê cihanê yê yekem de serkeftin, pêkhat. Ev yek rola gelên herêmê sinordar kiriye.   * Desthilata takekesî, dîkdatorî, tak hizbî û siyaseta navendîbûnê di avakirina dewleta hemwelatîbûnê de li ser bingehê nasnameya netewî ya Iraqî binketiye.   *Demokrasî, federalîzim, îdareya ne navendî û xwerêveberiya pêkhateyan li welat wê bibe bingehê pêşketin û azadiyan.   * Ji bo dewletek serdemane pêwîstî bi yeksaniya nava gelê Ereb, Kurd û pêkhateyên din ve heye. Bêy ku ti pêkhateyek were paşguhkirin.   * Pêwîstî bi diyalog û zelalbûnê heye. Her pirsgirêk hebe divê bi rêyên yasayî û destûrî werin çareserkirin."