Li Qoserê jinek hat qetilkirin
- 14:40 11 Kanûn 2021
- Rojane
MÊRDÎN - Dêya 4 zarokan Cahîde Gongor ji aliyê mêrê pêre hatiye zewicandin Sabrî Can ve hate qetilkirin.
Diya 4 zarokan Cahîde Gongor a 35 salî ye ji aliyê mêrê pêre hatiye zewicandinê Sabrî Can ve li pêş zarokên wê hat qetilkirin. Jandarmayên hatine cihê bûyerê lêpirsîn dan destpêkirin û ji bo otopsuyê cenazeyê wê rakirin morga Nexweşxaneya Qoserê. Piştî kiryarên otopsiyê cenaze li gundê Meşquqê yê lê ji dayik bûye, Demîran ê girêdayî Qoserê ye hate definkirin.
Li gorî agahiyên me ji malbatê girtine duh rêwîtî kirine û wê demê pev çinîne. Di pevçûnê de Sabrî gef li Cahîde xwariye û gotiye 'pêwîst e ez te îşev bikujim'. Li ser gefê Cahîde li xwesû û xwezûrê xwe digere û dibêje 'ew ê min bikuje'. Ew tên li ber derî lê heya digihêjinê Cahîde li pêş zarokên xwe tê qetilkirin.