Li Qoserê jinek hat qetilkirin 2021-12-11 14:40:35   MÊRDÎN - Dêya 4 zarokan Cahîde Gongor ji aliyê mêrê pêre hatiye zewicandin Sabrî Can ve hate qetilkirin.   Diya 4 zarokan Cahîde Gongor a 35 salî ye ji aliyê mêrê pêre hatiye zewicandinê Sabrî Can ve li pêş zarokên wê hat qetilkirin. Jandarmayên hatine cihê bûyerê lêpirsîn dan destpêkirin û ji bo otopsuyê cenazeyê wê rakirin morga Nexweşxaneya Qoserê. Piştî kiryarên otopsiyê cenaze  li gundê Meşquqê  yê  lê  ji dayik bûye, Demîran ê girêdayî Qoserê ye hate definkirin.   Li gorî agahiyên me ji malbatê girtine duh rêwîtî kirine û wê demê pev çinîne. Di pevçûnê de Sabrî gef li Cahîde xwariye û gotiye 'pêwîst e ez te îşev bikujim'. Li ser gefê Cahîde li xwesû û xwezûrê xwe digere û dibêje 'ew ê min bikuje'. Ew tên li ber derî lê heya digihêjinê Cahîde li pêş zarokên xwe tê qetilkirin.