Li Amedê daxuyaniya HDP’ê hat astengkirin

  • 13:41 8 Kanûn 2021
  • Rojane
 
AMED - Rêxistina HDP'ê ya Amedê xwest li dijî binpêkirina mafên girtiyan daxuyaniyek bide çapemeniyê, lê daxuyanî ji hêla polîsan ve hat astengkirin. Rageşiya di navbera polîs û girseyê de berdewam dike 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê derbarê binpêkirina mafên girtiyan de xwest li ber AZC Plaza ya semta Ofîsê ya Yenîşehîr a Amedê  daxuyaniyek bide çapemeniyê. Bêriya daxuyaniyê polîsan semta Ofîsê dorpêç kir. Demek dirêj di navbera polîs û HDP’yan de nîqaş derket. 
 
Polîsan destûr neda ku daxuyanî bê dayîn. Girse bi dirûşma “HDP gel e, gel li vir e” bertek nîşanê polîsan dan. 
 
Rageşiya di navbera polîs û girseyî de berdewam dike.