Li Amedê daxuyaniya HDP’ê hat astengkirin 2021-12-08 13:41:52     AMED - Rêxistina HDP'ê ya Amedê xwest li dijî binpêkirina mafên girtiyan daxuyaniyek bide çapemeniyê, lê daxuyanî ji hêla polîsan ve hat astengkirin. Rageşiya di navbera polîs û girseyê de berdewam dike    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê derbarê binpêkirina mafên girtiyan de xwest li ber AZC Plaza ya semta Ofîsê ya Yenîşehîr a Amedê  daxuyaniyek bide çapemeniyê. Bêriya daxuyaniyê polîsan semta Ofîsê dorpêç kir. Demek dirêj di navbera polîs û HDP’yan de nîqaş derket.    Polîsan destûr neda ku daxuyanî bê dayîn. Girse bi dirûşma “HDP gel e, gel li vir e” bertek nîşanê polîsan dan.    Rageşiya di navbera polîs û girseyî de berdewam dike.