Di wesayita ku hat sekinandin de cenazeyê jinekê hat dîtin
- 13:35 8 Kanûn 2021
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li nokteya rê ya li Siwêregê di wesayitekê de cenazeyê jina bi navê Ozgul Z. hat dîtin. Gumanbar Muslum Abacioglu yê wesayit diajot hat binçavkirin.
Li ser rêya bejahiyê ya Amed û Siwêregê otomobîlek li nokteya kontrolê tevî hişyariya “raweste” jî ranewestiye. Leşkeran da pey otomobîlê û ew dan sekinandin. Di wesayîtê de jina bi navê Ozgul Z. a ku bi demançeyê hatibû kuştin hat dîtin.
Muslum Abacioglu yê ku Ozgulê jê veqetiyabû û wesayît diajot hatiye binçavkirin. Wî birin Fermandariya Leşkeriyê ya Amedê. Hat zanîn ku zarokek wan ku 6 salî bû jî di wesayîtê de bûye.
Di otomobîlê de demançeyek bêrûhsat jî hat desteserkirin.