Di wesayita ku hat sekinandin de cenazeyê jinekê hat dîtin 2021-12-08 13:35:47     NAVENDA NÛÇEYAN - Li nokteya rê ya li Siwêregê di wesayitekê de cenazeyê jina bi navê Ozgul Z. hat dîtin. Gumanbar Muslum Abacioglu yê wesayit diajot hat binçavkirin.    Li ser rêya bejahiyê ya Amed û Siwêregê otomobîlek li nokteya kontrolê tevî hişyariya “raweste” jî ranewestiye. Leşkeran da pey otomobîlê û ew dan sekinandin. Di wesayîtê de jina bi navê Ozgul Z. a ku bi demançeyê hatibû kuştin hat dîtin.    Muslum Abacioglu yê ku Ozgulê jê veqetiyabû û wesayît diajot hatiye binçavkirin. Wî birin Fermandariya Leşkeriyê ya Amedê. Hat zanîn ku zarokek wan ku 6 salî bû jî di wesayîtê de bûye.    Di otomobîlê de demançeyek bêrûhsat jî hat desteserkirin.