Kongreya Star Emine Huseyin a Xelata Animayê girt pîroz kir

  • 11:54 6 Kanûn 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongreya Star bi peyama ku da Emine Huseyin a Xelata Animayê girt pîroz kir.
 
Kongreya Star ji bo Emine Huseyin a hêjayî Xelata Parastina Desthilatdariya Kurd û Mafên Jinan hat dîtin peyama pîrozbahiyê weşand. 
 
Kongreya Star di peyama xwe de wiha got:
 
"Birêz Emîne, 
 
Em wekî tevgera jinê ya Kongreya Star a ku ev 15 sal in li Rojava û li derveyî welat çalak in ji bo Xelata Parastina Desthilatdariya Kurd û Mafên Jinan we pîroz dikin. Li Rojava şoreşa jinê hêz da gelek jinan û bû deng. Dema em dibînin ev deng dibe hêz em bextewar dibin. Wekî jineke kurd a Qamişloyê tevî tu ji welatê xwe dûr e jî te dev ji têkoşîna xwe berneda. Ev rûmet e. Îro li Rojava û tevahiya Kurdistanê bi şerê tê meşandin jin hedef tên girtin. Li dijî van êrişana li welat û derveyî welat têkoşîn didome. Loma em têkoşîna te û xelata te pîroz dikin."