Kongreya Star Emine Huseyin a Xelata Animayê girt pîroz kir 2021-12-06 11:54:03     NAVENDA NÛÇEYAN - Kongreya Star bi peyama ku da Emine Huseyin a Xelata Animayê girt pîroz kir.   Kongreya Star ji bo Emine Huseyin a hêjayî Xelata Parastina Desthilatdariya Kurd û Mafên Jinan hat dîtin peyama pîrozbahiyê weşand.    Kongreya Star di peyama xwe de wiha got:   "Birêz Emîne,    Em wekî tevgera jinê ya Kongreya Star a ku ev 15 sal in li Rojava û li derveyî welat çalak in ji bo Xelata Parastina Desthilatdariya Kurd û Mafên Jinan we pîroz dikin. Li Rojava şoreşa jinê hêz da gelek jinan û bû deng. Dema em dibînin ev deng dibe hêz em bextewar dibin. Wekî jineke kurd a Qamişloyê tevî tu ji welatê xwe dûr e jî te dev ji têkoşîna xwe berneda. Ev rûmet e. Îro li Rojava û tevahiya Kurdistanê bi şerê tê meşandin jin hedef tên girtin. Li dijî van êrişana li welat û derveyî welat têkoşîn didome. Loma em têkoşîna te û xelata te pîroz dikin."