Jinan ji bo daneşîna derbarê mirina Îpek Er de banga tevlibûnê kir
- 12:57 2 Kanûn 2021
- Rojane
AMED - Daneşîna biryarê ya doza ku çawîşê pispor Musa Orhan ê bû sedema mirina Îpek Er jê tê darizandin sibe tê kirin. Rêxistinên jinan banga tevlibûna daneşînê kirin.
Daneşîna biryarê ya doza ku çawîşê pispor Musa Orhan ê tecawizî Îpek Er kir û bû sedema mirina wê jê tê darizandin sibe li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê dê bê kirin.
Daneşîna dozê ku dê sibe bê kirin li bendê ye ku baro û hin serokên baroyan jî tevli bibin.
Rêxisin û sayizên jinan jî banga tevlibûna daneşînê kirin.