Jinan ji bo daneşîna derbarê mirina Îpek Er de banga tevlibûnê kir 2021-12-02 12:57:07     AMED - Daneşîna biryarê ya doza ku çawîşê pispor Musa Orhan ê bû sedema mirina Îpek Er jê tê darizandin sibe tê kirin. Rêxistinên jinan banga tevlibûna daneşînê kirin.    Daneşîna biryarê ya doza ku çawîşê pispor Musa Orhan ê tecawizî Îpek Er kir û bû sedema mirina  wê jê tê darizandin  sibe li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê dê bê kirin.    Daneşîna dozê ku dê sibe bê kirin li bendê ye ku baro û hin serokên baroyan jî tevli bibin.    Rêxisin û sayizên jinan jî banga tevlibûna daneşînê kirin.