'Di nav 10 mehan de 50 jin agir berda bedena xwe'

  • 15:14 28 Mijdar 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Têkoşîna Li Dijî Tundiya li ser Jinan, daneyên xwe yên meha cotmehê aşkera kir. Li gorî daneyan di meha cotmehê de 2 jin hatiye kuştin û 9 jin jî agir berdaye bedena xwe. 
 
Rêveberiya Têkoşîna Li Dijî Tundiya li ser Jinan a Herêma Federal a Kurdistanê, derbarê xwekuştin û kuştina jinan de daneyên meha cotmehê aşkera kir. 
 
Daneyên ku hatî parvekirin wiha ye: "Di meha cotmeha 2021’an de 2 jin hatin kuştin, yek ji wan li Silêmanî ya din jî li Hewlêrê. Her wiha 5 jinan jî dawî li jiyana xwe anî. Ji van 3 jin li Dihokê, yek Hewlêr û yek jî li Raperînê.
 
Her wiha di meha cotmehê de 9 jin jî agir berda bedena xwe. Ji vê 3 jin li Dihok, 3 Hewlêr û 3 jî li Silêmaniyê.
 
19 bûyerên destdirêjiyê çêbûne, ev jî 3 li Hewlêr, 5 li Dihokê û 10 li Silêmaniyê. Herwiha hezar û 117 gilî ji aliyê jinan ve hatiye kirin."
 
Li gorî daneyên heman rêveberiyê di nava 10 mehên sala 2021’an de li Herêma Federal a Kurdistanê 18 jin hatine kuştin, 50 jin jî agir berdane bedena xwe, herwiha 73 bûyerên şewatê, 127 destdirêjiya zayendî jî çêbûne.