'Nobeta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş' di roja 12'emîn de ye

  • 16:14 27 Mijdar 2021
  • Rojane
 
AMED - "Nobeta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş" bi serdanan di roja 12'emîn de berdewam dike. Di serdanên tên kirin de banga têkoşînê mezin bikin tê kirin.
 
Nobeta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye betalkirin li Baroya Amedê berdewam dike. Di nobeta îro de xizmên girtiyên nexweş Feysiye Kolakan, Hsîna Guler, Reşayeta Ada, Încî Guler Altindag û Hakki Boltan cih girtin.  Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, Hevserokê ÎHD'ê yê Amed û Rihay û rêxistina HDP'ê ya Amedê serdana çalakgeran kirin. 
 
Ozturk Turkdogan diyar kir ku daxwaza edaletê ya dayikan daxwaza her kesî ye.
 
'Em ji bo zarokên xwe li vir in'
 
Fevziye Kolakan jî diyar kir ku divê zarokên wan serbest bên berdan û berdewam kir, "Em kurdin ji bo maf û zimanê xwe li vir in. Zarokên me ji ber kurdbûna xwe di zindanê de ne.  Lawê min û hevjînê min di girtîgehê de ne. Hevjînê min 83 salî ye û lawê min jî li girtîgeha Kandrayê ye. Di gitîgehê de jî cezayên cuda li girtiyan dibirin. Em spasiya hemû kesên ku tên serdana me dikin."
 
Hasîna Guler jî got, "Em ji bo zarokên xwe li vir in, zarokên me nexweş in, em jî mirov in û mafên xwe dixwazin. Ji bo ku her kes jiyanek bi rûmet bijî em li vir in û bila demildest edalet pêk bê."