Dayikên Şemiyê: Dê wêrekiya me bi dawî nebe

  • 15:26 27 Mijdar 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Dayikên Şemiyê yên vê hefteyê jî çalakiya xwe li dar xistin wiha gotin:"Dê wêrekiya me bi dawî nebe. Em ê dev ji daxwazên xwe yên heqîqet û edaletê bernedin."   
 
Dayikên Şemiyê, di hefteya 870'emîn de çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin û bersûc bên darizandin" bi rêya onlineyê li dar xistin. Di hefteya 700'emîn de polisan êrişî çalakiyê kiribû û gelek mirovên şemiyê binçav kiribûn. Piştre derbarê wan de doz hatibû vekirin. 3'yemîn danişîna doza mirovên şemiyê di 24'ê mijdarê de hatibû dîtin. Di çalakiyê de Parêzera Dayikên Şemiyê Dûygû Koksal axivî. Dûygû, di axaftina xwe de bal kişand ser tiştên ku di danişînên dozên Mirovên Şemiyê de pêk hatine û destnîşan kir ku daxwazên Mirovên Şemiyê hatine redkirin. 
 
'Divê dadgeh ji maf û azadiya me re rêzê bigire'
 
Daxuyaniya hefteyê jî ki aliyê keça Fehmî Tosûn ku di sala 1995'an de di bin çavan de hat windakirin Jiyan Tosûn ve hat xwendin. Jiyan jî di axaftina xwe de bal kişand ser pêkanînên li danişînên Mirovên Şemiyê û got ku bêyî ku tu hincet bê nîşandan daxwazên wan ji aliyê heyeta dadgehê ve hatin redkirin û wiha got: "Hestên cezakirinê bi me dan jiyandin. Doz ne hiqûqî ye. Divê dadgeh ji maf û azadiya me re rêzê bigire. Divê ev destdirêjiya darazê bi dawî bibe û demildest biryara beraetê bê dayîn. Em ê bêdeng nebin û dev ji daxwazên xwe yên heqîqet û edaletê bernedin."