Cara 668'emîn daxwaza 'bila berpirs bên cezakirin' hat kirin

  • 14:38 27 Mijdar 2021
  • Rojane
 
AMED - Xizmên windayan, di hefteya 668'emîn de li aqubeta parêzer Şevket Epozdemir pirsî û xwest berpirs bên darizandin û cezakirin. 
 
Xizmên windayan û endamên Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, çalakiya xwe ya "bila winda bên dîtin û faîlê wan bên darizandin" di hefteya 668'an de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parqa Koşûyolûyê ya li navçeya Rezanê ya Amedê li dar xistin. Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê û nûnerên gelek rêxistinên sivîl ên Amedê tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de faîlên Parêzer Şevket Epozdemîr ku di 25'ê mijdara 1993'an de rojek piştî ku ji cihê kar derketibû cenazeyê wî hatibû dîtin hat pirsîn. 
 
'Parastina mafê aştiyê zarûrî ye'
 
Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, di çalakiyê de axivî û ev tişt got: "Di demên dawî de li Tirkiyeyê pirsgirêkên aborî tên rojevê. Lê rojeva me qet naguhere. Em tim dibêjin ku li edaletê digerin. Lêgerîna aştî û heqîqetê bi hev re ye. Em ê lêgerîna xwe ya heqîqetê bidomînin. Wê bi heqîqetê edalet bê. Divê aqubeta mirovên winda eşkere bibe û goristanên wan bên dîtin. Daxwazên li vir daxwazên bingehîn in ku me tevan bi hev re dê di nav aştiyê de bigirin. Parastina mafê aştiyê zarûrî ye. Divê Tirkiye aştiyê biaxive."
 
Di dawiya axaftina xwe de Ozturk, Tahîr Elçî ku di 28'ê Mijdara 2015'an de hatibû kuştin jî bi bîr anî û ev tişt anîn ziman: "Ew qasidê aştiyê bû. Tahîr hê jî rêya me ronî dike."
 
'Em edaletê dixwazin'
 
Piştî Ozturk, Endamê Komîsyona Xizmên Windayan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Akdenîz Kayip axivî û çîroka Parêzer Şevket Epozdemîr vegot. Akdenîz, diyar kir ku Şevket, di 25'ê mijdara 1993'an de çûye cihê karê xwe û êvarî saet derdora 20.00'an li hevjîna xwe Sakîne Epozdemîr digere û jê re dibêje ku wê bê malê û wiha got: "Piştre careke din agahî jê nayê girtin. Hevjîna Epozdemîr heman şevê li meqamên edlî digere û pirsa ku hatiye binçavkirin an na dike. Bersiva ku Epozdemîr nehatiye binçavkirin digire. Rojek pişte cenazeyê Epozdemîr ji aliyê leşkeran ve nêzî navçeya Norşînê ya Bedlîsê tê dîtin. Em bang dikin ku rastî derkevin holê, berpirsiyar bên tespîtkirin û cezakirin. Em ji bo Parêzer Şevket Epozdemîr ku 28 sal beriya niha hatibû kuştin edaletê dixwazin."