Florencîa Guarch: Heta Ocalan neyê berdan aştî jî ne pêkan e

  • 10:05 27 Mijdar 2021
  • Rojane
 
Nişmiye Guler
 
STENBOL - Lêkolînera femînîst a Uruguayî Florencîa Guarach  da zanîn ku felsefeya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rastiya cîhaneke nû derdixe holê û got tecrîda li ser Ocalan binpêkirina mafê mirovan e, heta neyê berdan aştiyeke mayînde jî ne pêkan e.
 
Tirkiye tevî hemû bertekan li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan israra xwe didomîne û li seranserê cîhanê jî li dijî vê çalakî didomin. Di vê çarçoveyê de bi banga Înîsiyatîfa Ji bo Abdullah Ocalan Azadî, nêzî 40 aktîvîst li Keştiya Azadiyê siwar bûn û bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di 9’ê Mijdarê de ji Atîna ya Yewnanîstanê ketin rê û 12’ê Mijdarê de ber bi bajarê Napolî ya Îtalyayê ketin rê. Aktîvîstên ku fikrên Abdullah Ocalan diparêzin, daxwaz kirin ku divê Ocalan bi awayekî fîzîkî bigihêje azadiya xwe.
 
Tê payîn ku aktîvîst pêvajoya pêş de bi bername û çalakiyên xwe daxwazên xwe bînin ziman û me derbarê mijfarê bi aktîvîsta Keştiya Azadiyê lêkolîner femînîst a Urugayî Florencîa Guarch re roportajek kir.
 
*Em dixwazin te nas bikin. Hun dikarin hinek behsa xwe bikin?
 
Navê min Florencîha Guarch e.  Ez li Brezîlyayê dijîm. Lêkolînera femînîst û enternasyonalîst a Urugayî me. Niha li Brezîlyayaê li  UFRGS’de (Federal University of Rio Grande do Sul) di beşa Zanista Siyasetê de doktora dikim. Ji lîsansa xwe de li ser tevgera jinên kurd û fikrên Abdullah Ocalan û jîneolojiyê lêkolînan dikim. Ez di Komîteya Piştevaniya Têkoşîna Kurdan a Porto Alegre xebitîm û beşeke lêkolînê li ser çapemeniya dijîtal parve dikim.
 
*Tu ligel gelek aktîvîstî tevlî çalakiya Keştiya Azadiyê bûyî. Armanca we ya tevlîbûnê çibû?
 
Wek lêkolînerek mîlîtan tevlîbûna me pêwist e. Xebatên min ên akademîk li ser jiyana rojane ya mirovan heye. Ji ber vê nikaribûm ji hevalên xwe yên Kurd dur bim. Ne pêkanbû rewşa girtiyên Kurd ji nedîtîve bêm. Wek jineke ji Brezîlyayê hatime, aliyên dişibin hev yên welatê min û Tirkiyeyê dibînim. Mirovên me bi krîzên civakî, aborî û siyasî re rû bi rûne. Kuştinên jinan zêde bûne.  Hemû kesên têdikoşin azadî û aştî xwestin û hîna jî dixwazin.
 
‘Min di 2015’an de fikrên Ocalan nas kirin’
 
*Hun ji nêz ve bi fikrên Abdullah Ocalan re eleqeder dibin. Hun kengê ji fikrên wî agahdar bûn?
 
Min di 2015’an de dema lêkolîna lîsansê dikir  fikriên Abdullah Ocalan nas kirin. Wê demê di Komîteya Piştevaniya Têkoşîna Kurd de min cih girt. Me broşura ‘Azadkirina jiyanê: Şoreşa jinê’ ya Ocalan nivîsiye li Portekîzî werger kir. Ji wê demê de bi mirovên Brezîl û Portekîzê re li ser wergeran dixebitim. Ji ber vê hewl didim pirtûkên Ocalan bixînim.
 
*Parvekirinên we yên der barê Abdullah Ocalan de yên li ser çapemeniya civakî hatin astengkirin. Hun vê girêdayê çi dibînin?
 
Mixabin li ser facebookê  wêneyekê Ocalan ku azadiya wî dixwest hat astenkirin. Wêne aydê çalakiya Keştiya Azadiyê bû. Ji ber vê min doza kurd li ber rayagiştî da ber nîqaşê. 
 
* Abdullah Ocalan 22 sale tê tecrîdkirin.  Hun nêzîkatiya Tirkiyeyê çawa dibînin?
 
Tecrîda li ser Abdullah Ocalan binpêkirina mafê mirovan e. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan, zilm û zexta li hember HDP’ê nîşan dide ku demokrastî li Tirkiyeyê tune ye. Ev nêzîkatiyên dewleta tirk şerma mezin e. Divê ji bo rewşa Ocalan hemû aktîvîsên mafên mirovan û siyasî yên cîhanê bikin tevgerê. 
 
 *Azadiya Abdullah Ocalan ji bo gelan û bi taybet ji bo we çima girînge?
 
Heta Ocalan neyê berdan aştî û muzakereyek adîlane ne pêkan e. Ji ber vê divê daxwaza berdana Ocalan bê kirin û rewşa bi xeter ya girtiyên siyasî têde ne bê îfşakirin. Ji bo vê em hatin gel hev. Pêşniyarên Ocalan ji bo gelên Başûrê Global gelek girîngin. Cudahiyên navbera Brezîlya û Kurdistanê hebin jî gelek nokteyên têkoşîn û xeyalên me yên hevpar hene. Ji bo van min xwe di têkoşîna kurd de dît. Ji ber ew bi cîhanek nû bawer dikin û ji bo vê têdikoşin.