Li dibistanan êrîşa zayendî zêde bû: Cezayên wekî xelat didin gûmanbaran

  • 09:04 27 Mijdar 2021
  • Rojane
 
AMED - Sekretera Jinan a Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Sen a Amedê Ezgî Çelîk bûyerên êrîşa zayendî yên li dibistanan û bêcezahiştina gumanbaran nirxand û da zanîn ku di vê mijarê de berpirsyarî dikeve ser milên mamosteyan û her alî civakê, divê têkoşîneke hîn bêtir xurt bê meşandin.
 
Bûyerên tacîz, tecawiz, qetilkirinê yên li hember zarokan her diçe zêde dibin. Li dibistan, malê, qursên Kuranê li zarokan êrîşa zayendî tê kirin û her çiqas  zarok ji malbatan re bêjin jî malbat bi wan bawer nabin. Hinek malbat gilî bikin jî bi astengiya ‘parastina gumanbar’ a darazê tên astengkirin û bi tehdîd an jî pêvajoyên dirêj yên dozê, şûnde gavê davêjin.
Li gorî rapora Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ya di serê sala 2020’an de parvekiriye, di navbera temenê 2-17’an de mîlyonek zarok di alî fîzîkî, zayendî û hestî de êrîş li wan hatiye kirin. Li gorî lêkolîna Rojnameya The Economîst a 2019’an Tirkiye di alî ewlehia zarokan de di rêza 56’an de ye. Li gorî daneyên TUÎk’ê jî di 2019’an de  206 hezar û 498 zarok ku wek mexdur derbasî qeydan bûn jê ji sedî 15 êrîşa zayendî li wan hatiye kirin. 
 
Sekretera Jinan a Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Sen a Amedê Ezgî Çelîk der barê  bûyerên êrîşên zayendî yên li dibistanan zêde bûne de axivî.
 
‘Parastina gumanbaran bûyer zêde kir’
 
Ezgiyê got wek sendîka perwerdê li dijî binpêkirinên mafan yên li hember zarokan têdikoşin û got: “Wek saziyeke perwerdê divê em li dijî êrîşa zayendî ku li  zarokan tê kirin bêdeng nemînin. Ne tenê li qadên perwerdê. Ev bûyerên wisa li her derê tên jiyîn. Di  heman demê de parastina gumanbaran dibe sedema zêdebûna bûyeran. Ligel vê polîtîka bêcezahiştinê tê meşandin. Em xebatkarên perwerdê divê li dijî vê sekna xwe nîşan bidin. Ji ber vê em dibêjin Peymana Stenbolê, Peymana Mafê Zarokan a Neteweyên Yekbûyî girîng e. Divê demildest ev peyman pêk bê.”
 
‘Gumanbar bê ceza tên hiştin’
 
Ezgiyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di bûyerên êrîşa zayendî de zarok tên tirsandin û bêdengkirin. Di rewşên wisa de divê malbat bêdeng nemînin. Ji bo zarok ji êrîşê bên parastin divê gumanbar bên cezakirin û ji saziya perwerdê bên durxistin.  Ji ber ku zarokên êrîşa zayendî li wan tê kirin bêdeng dimînin û tiştekî nabêjin. Divê gumanbar demilst ji saziyan bên durxistin. Li dijî vê divê hiqûq bi bandor pêk bê.”
 
‘Bûyerên êrîşa zayendî tên veşartin’
 
Ezgiyê bi lêv kir ku ji ber bûyerên êrîşa zayendî tên veşartin, wek Egîtîm Sen nikarin xwe bigihînin daneyên zelal û wiha nirxand: “Der barê bûyerên êrîşê de tenê çend bûyer gihiştin ber destê me. Ev jî ji Pîran, Pasûr û Gêlê hatin. Bûyerên din negihiştin ber destê me. Jİ ber ev bûyer ji alî sazî û kesên din ve tên veşartin. Divê ev bûyer neyên veşartin. Di vê mijarê de divê serwîsên rehber, ekîbên tenduristî û psîkolok li dibistanan hebin. Divê kampanya hişyarkirina zarokan bê meşandin. Malbatên bûyeran dibihîzin bi bertekin. Malbat êdî hêrsa xwe nikarin kontrol bikin.  Lê mixabin her malbat heman bertekê nîşan nade. Hinek malbat ser bûyerê digirin.”
 
‘Berpirsyarî dikeve ser milên wezareta perwerdê’
 
Ezgiyê di dawiya axaftina xwe de got ku hîndekarên di saziyan de cih digirin statuya wan çi dibe bila bibe divê fêdeya zarok li ber çavan bigire û wiha dawî lê anî: “Li dijî bûyerên êrîşê divê tedbîr bên girtin. Divê cezayên gumanbaran neyê daxistin, cezayên bi bandor bên dayîn. Divê li ser îfadeya zarok lêpirsînek bi bandor bê meşandin. Divê zarok û malbat tevlî bernameya parastinê bê kirin. Li şûna polîtîkayên cesaretê dide gumanbaran divê polîtîkayên pêşî li êrîşê digirin pêk bên. Ne tenê li saziyên dewletê berpirsyarî dikeve ser  milên civakê jî.  Berpirsyariya mezin dikeve ser milên wezareta perwerdê.”