Parêzer Leyla Kaya: Di dadgehan de li dijî jinê bêhiqûqî tê kirin

  • 09:04 26 Mijdar 2021
  • Rojane
Medya Uren
 
AMED - Endama Komeleya Jinan a Rosayê parêzer Leyla Kaya derbarê binpêkirinên mafên jinan de diyar kir ku ji qereqolan heya serdozger û şandeya dadgehê politikaya bêcezatiyê tê bikaranîn. Leylayê da zanîn ev rêbazana rê li ber zêdebûna tundiya li hember jinê vedike û pêwîst e jin bertekek mezin nîşan bidin.
 
Li Komara Domînîkê, 3 jinên Tevgera Guherîna Civakî li hemberî dîktatoriya Trujîllo ku bi awayekî faşîzane êrîşî gel û kedakaran dikir,  serî hildan. Hersê jin di 25'ê Mijdara 1960'an de hatin qetikirin. Di ser kuştina wan re 61 sal derbas bûn. Marîa Teresa, Mînerva Argentîna û Patrîa Mercedes ku li hemberî dîktatoriyê li ber xwe dan, wekî "Xwişkên Mîrabel" hatin binavkirin. Paşê di sala 1999'an de Neteweyên Yekbûyî (NY) heman rojê wekî "Roja Têkoşîna Navneteweyî ya ji bo jiholêkrakirina Şideta li hemberî Jinê" îlan kir. Têkoşîna Xwişkên Mîrabel ji bo hemû jinên cîhanê bû çirûsk.
 
Jinên kurd ên di hemû şeran de dibin sîpera dijminan li Bakurê Kurdistanê jî bi heman rengî rastî polîtîkayên nîjadperest û zayendperest tên. Tirkiye li Kurdistanê polîtîkayên fihuş, tiryak û karên qirêj dikin. Li rex wê jî êişên zayendî bi destên karkerên fermî yên dewletê tên kirin. Ev jî bi heman rengî bi rêya dadê tên nixumandin. Endama Komeleya Jinan a Rosayê Leyla Kaya têkildarî binpêkirinên mafan ên jinan ên li dadgehê tên kirin ji ajansa me re nirxandin kir.
 
'Li dijî jinê dijminatiyek mezin heye'
 
Leylayê di serî de bal kişand ser wateya roja 25’ê Mijdarê û wiha diyar kir:"Jinên di her serdemê de mafên wan tên binpêkirin, keda wan tê xwarin û bedena wan tê mêtin, di roja îro de jî bi heman pêkanînan re rû bi rû dimînin. Jinên ji aliyê mêr û dewletê ve tên kuştin an jî bi şidetê re rû bi rû dimînin, li Tirkiyeyê jî dibin hedefa heman polîtîkayan. Li her derê Tirkiyeyê li dijî jinan û destkeftiyên wan êrişeke raste rast heye. Di demên dawî de bi girtina jinan, betalkirina Peymana Stenbolê û polîtîkayên bê cezatiyê re dibin sedema zêdebûna rêjeya tundiyê. Ev jî xeta ku îqtidarê bijartiye nîşan dide. Li dijî astengkirinê ji bo zêdetir bibe polîtîka tên pêşxistin."
 
'Serlêdanên li qereqolan tên kirin encam nagirin'
 
Leylayê bal kişand ser bûyerên ku jin dijîn û wiha eşkere kir:"Gelek jin bi giliya tundî, tecawiz an jî gefan serî li qereqolan didin. Di qereqolan de li cihê ku ev bûyer werin astengkirin hewil didin ku jinê û malbatan li hev bînin. Ji bo negihêje dadê hemû derfetan jî bi kar tînin. Lewra ev nabe sedema bidawîbûna van bê mafiyên li hemberî jinê. Jin bê bawerî û bê temînat tên hiştin. Êdî ew nikare serî li van rêyan bide û gelek caran jî tên qetilkirin. Em rojane dibin şahid ku jinên hatine qetilkirin bi dehan caran serî li qereqolan dane lê encam negirtine. Ev pirsgirêka me ya sereke ye ku ev bûyerana tên nixumandin."
 
'Sûcdar nayên cezakirin'
 
Leylayê di berdewamiya axaftina xwe de jî bal kişand ser pêvajoya lêgerîna serdozgeriyê û wiha got:"Dema di rewşên pir awarte de bûyer tê ragihandina serdozgeriyê û li vir jî mixabin jin rastî nêzîkatiyên ne qenc tên. Car din weke ku tu sûcek li holê nîne yan jî jin sûcdar e tê nîşandan. Bi pirs û gotinên zayendperest nêzî bûyerê dibin. Ji aliyê serdozger û şandeyên dadgehê ve jî bûyer tên guhdarkirin. Gelek caran ruxmê ku jin îfadeya xwe daye jî dubare li pêşberî şahid û şandeya dadgehê tê guhdarkirin. Lewra her carê jî ew nayên cezakirin. Em dibînin rê û rêbazên wan rê li ber zêdebûna bûyeran vedike. Jinan ditirsînin."
 
'Divê em xwedî li destkeftiyên xwe derkevin'
 
Leylayê herî dawî bal kişand ser xwedîderketina destkeftiyên jinan û wiha bi dawî kir:"Li dadgehan jî faîlên sûcan bê ceza tên hiştin. Em her roj dibin şahidê van bûyeran. Pêwîst e li hemberî vê yekê jî em rêxistina xwe xurt bikin. Encax bi yekitî û rêxistinê wê serkeftina me pêkan be. Ji bo bersûcên van sûcan bê ceza nemînin pêwîst e em tim berteka xwe nîşan bidin. Her wiha ji bo qanûnên ku hatin îmzekirin yên weke Peymana Stenbolê jî divê em girîngiyê bidin û li ser bisekinin. Ev destkeftiyek a jinê ye û pêwîst e ji destên me neyê sitendin."