Jinên Îzmîrê li hev civiyan: Sedema tundiyê polîtîkayên hikûmetê ne

  • 22:05 25 Mijdar 2021
  • Rojane
ÎZMÎR -  Platforma Jinan a Îzmîrê di meşa şevê de kom bûn û polîtîkayên hikûmetê ya li hemberî jinan şermezar kirin. 
 
Li Îzmîrê bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê meşek hat lidarxistin. Meşa ku ji ber Navenda Çanda Kevin Leman a Alsancakê dest pê kir, li ber Navenda Çandê ya Alsancak Turkan Saylan bi tevlîbûna sedan jinan bi dawî bû.
 
Jinan di çalakiyê de dirûşmên "Kuştinên jinan polîk e", "Em bêdeng nabin, natirsin, serî natewînin", "Jin jiyan azadî", "Bi hezaran silav li jinên berxwedêr ên Kobanê", “Em dev ji peymanê bernadin", "Îstismara zarokan rewa nekin” û “Keda nedîtî dengê xwe bilind bike”  hatin berzkirin. Jinan dowizên wekî "Li diî keda ku nayê dîtin dengê xwe bilind bike" û "Peymana Stenbolê me zindî dike" hatin hildan. 
 
Piştî meşê daxuyaniya ku bi kurdî û tirkî hatî amadekirin hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku sedema şîdetê ji ber polîtîkayên hikûmetê pêk tê. Di daxuyaniyê de wiha hat: “Em carek din li vir bang dikin û dibêjin em dev ji mafê jiyanê bernadin. Em ê li cem jinên ku li ber xwe didin bin.”
 
Jinan piştî stran gotin û govend gerandinê dawî li çalakiya xwe anîn.
.