Jinên li Herêma Egeyê: Em ê bi têkoşîna xwe ya rêxistinkirî bersiva xwe bidin

  • 20:31 25 Mijdar 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li hêrema Ege jinan daketin qadan û gotin: "Em ê bi têkoşîna xwe ya rêxistinkirî bersiva xwe bidin û li dijî her cureyên şîdetê li ber xwe bidin." 
 
Bi minasebeta 25'ê Mijdarê li Aydin, Mugla, Denîzlî, Balikesir û Manîsayê jin daketin qadan û daxwazên xwe anîn ziman. 
 
Aydin
 
Platforma Piştevaniya Jinan a Aydinê li Parka Nevzat Biçerê gihaştin hev û daxuyaniyek dan çapemeniyê. Jinan di çalakiyê de gotin kuştina jinan polîtîk e û dê têkoşîna jinan bidome. 
 
Denîzlî 
 
Jin bi hev re bi hêz in ên Denîzliyê li Parka Candoganê civiyan û daxuyanî dan û bal kişandin ser birêxistinbûna jinan û diyar kirin ku sedsala 21'an dê bibe sedsala jinan. 
 
Balikesîr
 
Pêkhateyên Demokrasî û Kedê ya Balikesîrê jî li Qada Cumhuriyetê ya Burhaniyeyê kombûn, diyar kirin ku niha hemû destkeftiyên jinan hatiye hedef girtin, lê jin li hemberê vê yekê dê têkoşîna xwe bidomîne. 
 
Manîsa
 
Platforma Jinan a Manîsayê bi dirûşma “Em jiyanê diparêzin, dadikevin kolanan û ji şîdetê re dibêjin na" li Qada Manolyayê daxuyaniyek dan û da zanîn ku dê xwedî li jiyana xwe derkevin. 
 
Mugla
 
Platforma Jinan a Menteşe, li Muglayê li Parka Akyolê kom bûn û heta Qada Sinirsizlikê meşiyan. Her wiha li navçeya Bodrûmê jî Komeleya Piştevaniya Jinan, Platforma Eşîkê, Jin bi hev re bi hêz in û gelek partiyên siyasî li Qada Tepecîk Camiyê kombûn û li dijî xizanî û kuştina jinan bertekên xwe anîn ziman.