Tevî astengiya polîsan bi sedan jin li Taksîmê kom bûn

  • 20:12 25 Mijdar 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Bi pêşengiya Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê bi sedan jinan daketin Taksîmê û gotin: "Serhildana me ya li dijî tundiya mêr-dewletê neqediyaye, her diçe mezin dibe."
 
Bi sedan jin bi pêşengiya Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê bi dirûşma “Serhildana me ya li dijî tundiya mêr-dewletê neqediyaye, her diçe mezin dibe" li Tunela Taksîma kombûn. Beriya meşê gelek kuçe û kolanên Beyogluyê bi taybetî Qada Taksîmê û cadeya Îstîklalê ji aliyê maşînên zirxî û polîsan ve hatin girtin û her wiha bariyer hatin danîn. 
 
Jinan bi pankartên xwe yên cuda li Qada Tûnelê li hev kom bûn û dirûşmên wekî "Em kolan û qadan naterikînin", "Jin êdî bêdeng namînin", "Yê ku baz nade Tayîp e", "Denîz Poyraz nemir e" berz kirin. Her wiha di meşedê jinan dowîzên wekî "Ne edaleta mêr, edaleta rasteqîn", "Hikûmet îstifa", "Em dest û dengê xwe bidin hev", "Jina ku hûn lê digerin nayên qebûlkirin, niha li Taksîmê di berxwedanê de ye", "Jin jiyan azadî”, “Ji girtiyên jin ên nexweş re azadî” û “Em jinên kurd in, em li vir in” hildan.