Jin li Qada Sakaryayê hatin cem hev: Ji bo civakek wekhev em di serhildanê de ne

  • 19:14 25 Mijdar 2021
  • Rojane
 
ENQERE - Platforma Jinan a Enqereyê bi minasebeta 25'ê Mijdarê li hev civiyan gotin: "Em ji bo civakek wekhev û azad li dijî bêkarî, xizanî, bêewlehî, bertek, tacîz, destavêtin, îstîsmar, komkujî û şeran di serhildanê de nin."
 
Platforma Jinan a Enqereyê di çarçoveya 25'ê Mijdarê de li Qada Sakaryayê hatin cem hev. Qada Sakarya ku wê çalakî lê bê lidarxistin ji aliyê gelek polîsan ve hat dorpêçkirin. Welatiyên ku xwestin çalakiya jinan temaşe bikin jî ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Parlamentera Mûşê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Parlamentera Amedê Semra Guzel, Rêxistina HDP’ê ya Enqereyê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Tora Parastina Jinê, Navendên Civakî, Kovara Karala û gelek jin beşdarê çalakiyê bûn. 
 
Di çalakiyê de jinan pankarta "Li dijî xizanî, tundiya dewletê bi hev re têbikoşin" hat vekirin. Di çalakiyên dowîzên wekî "Keda nayê dîtin dengê xwe bilind bike", "Em kurd in, trans in, feqîr in, em ê bi hev re bi ser bikevin", "Jin jiyan azadî", "Kujerê tecawizkare Hasan Bilgili, Ûmîtcan Uygun", "Veger tune", “Kuştina jinan polîtîke", “Xweparastin mafek e”, “Em ê li kolanan bi ser kevin û em ê kolanan biparêzin” û “Li dijî faşîzmê berxwedan" hat hildan. Her wiha dirûşmên wekî "Em bêdeng namînin, natirsin, îtaet nakin”, “Jin, jiyan, azadî”, “Peymana Stenbolê ya me ye” û “Edaleta rast, ne edaleta mêr” hatin berzkirin. Li ser navê beşdaran daxuyaniya çapemeniyê ji hêla Îlkay Ersuz ve hat xendin. 
 
Îlkay, di daxuyaniyê de bal kişand ser dîroka 25'ê Mijdarê, qanûnên ku kujer û êrişkaran serbest berdide û êrişên li hemberî destkeftiyên jinan û got: "Tevî ku qanûn sûcdarên jinan ên wekî Ûmîtcan Uygun û Mûsa Orhan bêceza dihêle, Çîlem Dogan a ku parastina xwe kir 15 sal ceza lê birî. Em li dijî her cûreyên polîtîkayên ku dijminatiya jinan dike her roj di serhildanê de nin. Em li vir bang li jinan dikin ku li dijî tifaqa dijminatiya jinan em bi hev re têbikoşin."