Jinên Mexmûrê li dijî tundiya mêr meşiyan

  • 17:20 25 Mijdar 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Li wargeha Mexmûrê bi boneya roja 25’ê Mijdarê roja tekoşînê ya li hemberî tundiyê bi pêşengiya jinan meşek girseyî ji ber deriyê Saziya Malbatên şehîdan heta Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê berdewam kir. 
 
25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hember Tundiyê li Jinê bi pêşengiya jinan li her derê cîhanê bi awayek heybet tê şermezarkirin. Li wargeha Şehîd Rustem Cudî jî bi vê minasebetê bi pêşengiya jinan meşeke girseyî hat li darxistin, meş ji ber deriyê Saziya Malbatên Şehîdan hat destpêkirin û heta ber Navenda çand û Hunerê ya Mexmûrê berdewam kir. Li ber deriyê navendê daxuyaniyek ji çapemeniyê re hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê endama kordînasyona Meclisa Îştar Bêrîvan Kaya ve hat dayîn. 
 
Bêrîvan Kaya bal kişand ser tekoşîna jinên cîhanê ya li hember tundiyê û wiha axivî: ‘’Em jî weke rêveberiya Meclisa Îştar û hemû gelê warheha Şehîd Rustem Cudî vê roja bi wate ku tundiya li ser jin-civakê tê şemezarkirin, bi hemû hêvî û îradeya xwe vê tekoşînê silav dikin û pîroz dikin. Em hêzên desthilatdar ku tundiyê li jinan dikin şemezar dikîn.  Di kesayeta hersê xuşkên Mîrabal de hemû jinê li beramberî tundiyê li ber xwe dane û giyanê xwe ji dest dane bi bîr tînin. Em hemû jinên ku  li her çar aliyên cîhanê li dijî tundiya li hember jin-civakê li ber xwe didin, li hember sîstema kapîtalist ku bi hemû hêza xwe li hember îradeya jinê qirkirinê dide meşandin, tekoşînê didin pîroz dikin. Em niha dibînin ku bi taybet li her çar aliyên cîhanê tekoşîn û pêşengiyek mezin ya jinên Kurd tê raberkirin. Ev têkoşîn jî bu nimuneyek herî zindî ji bo hemû jinên cîhanê.’’
 
Bêrivan Kaya wiha dawî li gotinên xwe anî: ‘’Ji bo ku em li hember êriş û tundiya li ser jinan tê kirin helwesta xwe nîşan bidin, her çar aliyên cîhanê tekoşîn û yekitiyekê mezin ya jinên cîhanê bidin avakirin ku em bikarin qirkirin û tundiya tê meşandin rawestînin, em jinên kurd yên ku niha li her çar parçeyên Kurdistanê tekoşîna nasnameya jinê didin ku ji bo cîhanê hêvî ne silav dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin.’’
 
Meşa girseyî bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bu.