Li Geverê bi minasebeta 25'ê Midarê panel hat lidarxistin

  • 16:58 25 Mijdar 2021
  • Rojane
 
COLEMÊRG - Di pêşengiya TAJA û Meclisa Jinan a HDP'ê de li Geverê panel hat lidarxistin û sînevîzyon hat pêşandian. Di panelê de jinan bal kişand ser tundiya li jinan tê kirin.
 
Li Colemêrga ku çalakiyên jinan ên bi minasebeta 25'ê Mijdara Roja Têkoşîna bi Tundiya li Jinê re berdewam dikin li navçeya wê Geverê di pêşegniya Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) de bi dirûşma "Dem dema azadiya jinê ye" panel hat lidarxistin. Panel bi tevlibûna nûnerên gelek rêxistin û saziyên sivîl û bi tevlibûna jinên ji navçeyê hat lidarxistin. Li salona panel lê hat lidarxisitn dowîzên bi dirûşmên "Denîz Poyraz bê mirin e", "Em jin in ciwan in" û " Dem dema azadiya jinê ye hatin" daliqandin.
 
Panela ku bi rêzgirtinê hat destpêkirin de di serî de sînevîzyona ku têkioşîna Xuşkên Mîrabal vedibêje hat nîşandin û piştre Hevşaredara Tuşbayê ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Ayşe Mînaz axivî.  Ayşe wiha got, "Li welatê me her ku diçe tundiya li jinê zêde dibe.  Em tenê bi tundiya fîzîkî re rûbirû namînin, em jinên kurd bi tundiya siyasî û civakî re jî rûbirû dimînmin.  Hemû êrîş di serî de li dijî têkoşîna azadiya jinê tên kirin."
 
KESK'ê pêyama domandina têkoşînê da 
 
Meclîsa Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Colemêrgê daxuyaniyeke nivîskî dan û gotin: "Em ê mafê xwe bi mezinkirina têkoşîne bigirin. Em ê li kolan, mal, kargeh, girtîgeh û dibistanan têkoşîna xwe bidomînin. Em dev jî Peymana Stenbolê bernadin." 
 
OHD û ÎHD daxuyaniyeke hevpar dan 
 
Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê li ber avahiya ÎHD'ê daxuyniyek da û bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan a li herêmê pêk tê û wiha hat gotin: "Em tu carî dev jî berxwedanê bernadin, em serî li ber siyaseta qirêj natewînin."
 
Piştî axafitnan çalakî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.