Li Basrayê çalakiya 25'ê Mijdarê

  • 14:39 25 Mijdar 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Basra yê Iraqê bi minasebeta 25'ê Mijdarê jin daketina qadan û li dijî tundiyê çalakî li dar xistin.
 
Li Iraq û başûrê Kurdistanê li gelek bajaran jin daketin qadan û bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna bi Tundiya li Jinê çalakiyên cûr bi cûr li dar xistin. Ji van bajarên ku çalakî lê hatin kirin yek jê jî bajarê Basra yê Iraqê ye.
 
Jinên ku li Basrayê daketin qadan, li dijî tundiyê çalakî li dar xistin û banga bidawîkirina tundiyê kirin.