Rojnameger Ozlem Seyhan ji DFG'ê re name şand: Zext didomin

  • 12:56 25 Mijdar 2021
  • Rojane
 
AMED - Rojnameger Ozlem Seyhan a li Girtîgeha Jinê ya Tîpa E ya Amedê tê girtin derbarê binpêkrina mafên li girtîgehan de ji DFG'ê re name şand. Ozlemê da zanîn ku zext û sînorkirina li hundur didome. 
 
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG) di meha cotmehê de ji bo piştevaniyê name ji rojnamegeran re şandibû. Bersivên ji bo nameyan tên dewam dikin. Rojnameger Ozlem Seyhan a li Girtîgeha Jinê ya Tîpa E ya Amedê tê girtin bi nameya ji DFG'ê re şand binpêkirina mafên pê rû bi rû dimîne anî ziman. 
 
Ozlemê di nameya xwe de piştevaniya di navbera rojnamegerên jin de pîroz kir û wiha got:"Ez gelekî kêfxweş bûm ku hûn piştigiriyê didin. Ez silav û hezkirinên xwe ji we re hemûyan pêşkeş dikim. Ez bawer im ku hûn bi pênûsa xwe ya xurt xebatên xwe yên komeleyê didomînin. Ji niha de ji bo xebatên we serkeftinê dixwazim."
 
'Li tu derê cîhanê tabloyeke wiha tune ye'
 
Ozlemê da zanîn ku di her serdemê de li Tirkiyeyê rojnameger bi binpêkirina mafan û zextan rû bi rû hatine hiştin û wiha got:"Pîşeya rojnamegeriyê li vî welatî her dem zor e. Ez bawer im tabloyeke wiha li tu derê cîhanê tune ye. Carinan zehmet e ku mirov behsa rewşa hundur bike. Rojane pêkanînên kêfî û sîstematîk pêk tên. Kurt be jî ez dixwazim tiştên me di dema dawiye de jiyaye binivîsim."
 
Ozlemê di berdewamiyê de wiha got:
 
Li girtîgehan şerdê jiyanê sînordar e. Ji ber azadiya fikir û ramanê îro gelek kes di girtîgehan de ne. Dixwazin mafê me yê nivîsandin û xwendinê jî ji destên me bigirin. Li vir faliyeta bingehîn xwendina pirtûkan e. Ev dibe karê ku mirov xwe pêş bixe. Lê belê kotaya ku didin me dikeve katagoriya binpêkirina mafan. Tenê tu dikarî 10 pirtûkan li gel xwe bigire. Li pirtûkxaneya girtîgehê temînkirina pirtûkan pirsgirêk e. Em dixwazin kotaya pirtûkan rakin. Em dixwazin pêkanînên kêfî rabin. 
 
Ji bo nameyên bi kurdî tên nivîsanin pereyê tercumantiyê dixwazin
 
Komîsyonên mektûban ji bo nameyên kurdî û xebatên kurdî pereyê tercumantiyê dixwaze. Pereyê wergerê ji bo zimanekî din nayê xwestin. Ez rojnamegerek im  û ez ji hinek hempîşeyên xwe nameyên kurdî dinivîsim û bi pêkanînên wiha nikarin ji min re bibin asteng. Axaftin û nivîsandina bi zimanê dayika xwe mixabin qedexe ye. Bi vî hawî mafê me yê têkiliyê asteng dikin. Min dixwest bi kurdî binivîsim loma lêborînê dixwazim. 
 
Dixwazin têkoşîna me ya hiqûqî vala derxin
 
Girtî di ferqiya mafên xwe yên hiqûqî de ne û ji bo çareserkirina pirsgirêkan serî li rêyên hiqûqî dixin. Her dem ne pêkan e ku parêzer bên dîtin. Em wekî girtiyan mîna parêzeran dixebitin. Em serî li her cihên pêwist dixin. Lê belê her îtiraza ku tê kirin bê bersiv dimîne û di eleyhê me de bi encam dibe. Loma dixwazin têkoşîna me ya hiqûqî vala derxin. Her wiha divê saziyên civaka sîvîl ji bo girtîgehan bêtir bixebitin. 
 
Rewşeke îzolasyonê heye
 
Wekî hûn jî dizanin serdema pandemiyê zehmet derbas bû. Bi taybet li girtîgehan gelek binpêkirinên mafan rû dan û mafê tendirustiyê ji destên girtiyan hat girtin. Em nêzî 20 girtiyî bi koronayê ketin. Hîn jî agahî nedane me ku ev vîrus çawa li girtîgehan belav bûye. Li girtîgehan pêvajoya normalbûnê dest pê nekiriye. Em aşî bûne lê hîn sînordarkirin didome. Hevdîtinên rû bi rû nayên kirin. Hevdîtinên bi parêzeran re li bolmeyên bi cam pêk tên. Çalakiyên hevpar tune ye. Rewşeke îzolasyonê heye. Li derve sînordarkirin rabû lê li hundur didome. Ji bo ev rewş biguhere divê demildest rayedar berpirsiyariya xwe bînin cih. 
 
Ez spas dikim ku we min tenê nehişt
 
Min 8 sal û 9 mehan ceza girt. Vê havînê cezayê min hat erêkirin. Ez niha hikumxwar im. Hûn dikarin agahiyên hûrgulî yên derbarê dosyaya min de ji parêzerê min Resul Timur bigirin. Ew ê alîkariyê bide we. Ev nêzî 4 salan e li girtîgehê me. Ez dikarim di bin hinek serenavan de pirsgirêkên em dijîn wiha bi nav bikim. Ez spas dikim ku we min tenê nehişt. Ez dîsa ji bo xebatên we serkeftinê dixwazim. Herî dawî min pûlên postayê yên we şandibû negirt. Çimkî em ji derve nikarin pûl bigirin. Hûn dîsa bişînin dê baş be. Ez ji we hez dikim."