262 roj in çalakiya Malbata Şenyaşar didome

  • 12:04 25 Mijdar 2021
  • Rojane
 
RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê' ya Malbata Şenyaşar 262 roj in didome, malbatê îro ev tişt got: "Wê jinên bi rûme qismetê bêyom ê welat biguherînin."
 
Emîne Şenyaşar ku hevjîn û 2 kurên wê ji aliyê xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn kuştin û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku ji heman êrişê birîndar xelas bûbû, di 9'ê adarê de li ber Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê dabûn destpêkirin. Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 262'yan de berdewam dike. Malbat ji navçeya Pirsûsê hat û li "Goşeya Edaletê ya Malbata Şenyaşar" a li ber Edliyeya Rihayê dest bi nobetê kir. 
 
Malbatê, li ser hesabê xwe yê medya sanal ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Dijî Tundiya li Ser Jinê ev peyam parve kir: "Dayikek 9 meh in ji ber êrişeke fizîkî û derûnî lê hatiye kirin; Platforma Jinan a Bajar a Rihayê, di Roja Piştevanî û Têkoşîna Dijî Tundiya li Ser Jinê de, bû dengê dayikê. Wê jinên birûmet qismetê bêyom ê welat biguherînin. #istanbulsozlesmesiyasatir."