Nurhayat Altun: Dem dema yekîtiyê ye

  • 11:13 25 Mijdar 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Şaredariya Dêrsimê Nurhayat Altun a ev 5 sal in li girtîgehê tê girtin bi munasebeta 25'ê Mijdarê banga piştevaniya bi hev re ya li dijî tundiya li ser jinê kir û got dem dema yekîtiyê ye. 
 
Hevşaredara serdema berê ya Dêrsimê ya HDP'ê Nurhayat Altun a li 1'emîn Girtîgeha Tîpa F a Kandiraya Kocaeliyê dimîne bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê nameyek şand. 
 
Nurhayatê da zanîn ku ji ber pêkanînên zihniyeta mêr a li dijî jinê ew 25'ê Mijdarê li girtîgehê pêşwazî dikin û wiha got:"Lê belê dilê me li derve ye û dilê me bi rêhevalên me yên li dijî zihniyeta baviksalar û faşîst li berxwe dide lê dide. "
 
Nurhayatê di dewamiya nameya xwe wiha got:
 
"Li dijî jinê şerekî nehatiye îlankirin heye. Dibe ev ji ber em bi hev re dijîne. Ne tenê em jinên kurd li vê erdnîgariyê her jinên ji gelên cuda ne bi encamên vî şerî her roj rû bi rû tên hiştin. Ev zihniyeta wekî sîstemekê li hember me disekine li her qadên jiyanê tundiyê diafirîne. 
 
Em li dijî zihniyeta baviksalarî têdikoşin
 
Em wekî jinên kurd bi salan e hêza xwe ji xeta xwe ya têkoşîna azadiyê jinê digirin û li dijî vê zihniyeta baviksalarî li berxwe didin. Loma muxatabê yekem ê li ser tundiya li dijî partiya me bûn jin. Em her qada ku lê bin em dikin qadên têkoşînê. Em jin ji kîja gelî bin û xwediyê kîja baweriyê bin ferq nake em dema xwe birêxistin bikin û em bibin yek ew ê sîstema li hemberî me her ku biçe biçûk bibe û tune bibe. 
 
Em rêhevalên xwe yên jin silav dikin
 
Wekî jinekê em wê rûmet ji bo têkoşîna jinê hildigirin û em hemû rêhevalên xwe yên li her qadê li berxwe didin silav dikin. 
 
Dem dema yekîtiyê ye
 
Îro dema yekîtiya hemû jinan a li dijî sîstema faşîst e. Ez bang dikim ku lem hêza bikin yek. Divê em jin li dijî faşîzm û tundiya li ser jinê hêza xwe bikin yek. Dem dema yekîtiyê ye. 
 
Em 25'ê Midjarê 2021'ê bikin roja têkoşîna li dijî her cureyê zihniyeta baviksalarî. 
 
Jin jiyan azadî."