L.Ç ji bo rizgariyê her tim di nav lêgerînê de bû

  • 09:05 25 Mijdar 2021
  • Rojane
Sema Çaglak - Şîrîn Çinar
 
AMED - Jin, hem ji hêla mêran ve û hem jî ji hela dewletê ve bi tundiyê re rûbirû dimînin. Ji ber polîtîkayên bêcezahiştine jin hêviya xwe ji jiyanê qût dikin. Yek ji wan jî L. Ç. ye. L. di 11 saliya xwe de xeyalên xwe winda dike û jiyana wê her tim bi tundiyê re derbas dibe. L. ligel her tiştî li ber xwe dide û li dijî paşverûtiyê têkoşîneke mezin daye. 
 
Li her derverê cîhanê jin rastî her cûreyên tundiyê tên. Rastî destdirêjî û zextê tên. Her ku diçe jin ji ewlehiya jiyana xwe bi fikar dibin. Roj namîne ku jin neyên qetîlkirin an jî bi tundî, tacîz û destdirêjiyê re neyên rûbirû. Tevî van yekan jin hem ji hêla mêran ve bi tundiyê re rûbirû dimînin û hem jî ji hela dewletê ve. Ji ber polîtîkayên bêcezahiştine jin hêviya xwe ji dewletê qût kirine. Yek ji wan jinan jî L.Ç ye. L.Ç bi giştî di jiyana xwe de bi her cureyên tundiyê re rûbirû maye û niha hewil dide ku bi tena sere xwe li ser piyan bimîne.
 
L. Ç 34 salî ye û bi eslê xwe ji Mêrdînê ye. L. di dibistanê de bi êrişa zayendî û tacizê re rûbirû maye. Di nav malbatê de jî ji aliyê eqrebeyên xwe bi êrişa zayendî û tacizê re rûbirû maye. Bi vê yekê L çareseriyê di zewacê de dibîne û di 18 saliya xwe de dizewice. Lê belê piştî çend mehan L ji hêla mêra ku pê re zewicandî ve rastî îşkenceya sistematik tê. Her çend dixwaze xwe ji vê rewşê rizgar bike û serî li cendirme û qereqolê bide jî, ji ber ku malbat cerdevan bû serlêdana wê  bêbersiv dima. L tiştên ku jiyayî ji ajansa me re vegot.
 
'Di 11 saliya xwe de ez bi êrîşa zayendî re rûbirû mam' 
 
L, di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku di zarokatiya wê de xewn û xeyalên wê hebûne ku pêk bîne lê belê di zarokatiya wê de jiyana wê tarî bûye. L, wiha behsa zarokatiya xwe kir: “Em 5 xwîşk 3 bira ne. Me di zarokatiya xwe de gelek zehmetî dît. Di nav mala me de hertim pevçûn û gengeşî hebû. Diya min cudakarî dixwist nav zarokên xwe û zextê li zarokan dikir. Min tu carî ji diya xwe hezkirinek nedît. Xwişkên min hembêz dikir lê tu carî min hembêz nedikir. Wek ez ne ji vê malbatê me nêzî min dibûn. Hemû karê malê bi min didan kirin. Malbat ji min hez nedikir. Ez diçûm dibistanê xeyalên min hebûn ku ez ji malbatê biçim û bibim xwedî kar ku jiyanek xweş bijîm. Lê di 11 saliya xwe de xeyalên min tarî bûn. Diya min, rojekê min şand firinê ku nan bikirim. Gava ku min berê xwe da malê zilamek temen nezin rêya min birî û ez bi tecawiza wî re rûbirû ma. Piştî ku hatim ser hemdê xwe gelek giriyam û min ji diya xwe re got. Em çûn qereqolê lê tevî hewildanan ew kes nehat dîtin. Ji bo min travmayek min giran bû. Ji ber vê sedemê ji dibistanê dûr ketim, demek dirêj min nekarî ez xwarinê jî bixwim. Derûniyek pir nebaş li ser min çêbû.”
 
‘Ji bo ku zarok bûm ji min bawer nedikirin’
 
L, di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku di zarokatiya xwe de ne tenê ew bûyerê jiyaye, di heman demê de gelek caran ji aliyê kesên eqrebeyên xwe jî bi êrîşa zayendî re rûbirû maye. L, wiha axivî: “Di 13 sali ya xwe de jî ji hêla xalê xwe ve rastî erîşa zayendî hatim. Gava diya min û xwişkên ji mal diçûn dihat mala me. Ez gelek ditirsiyam. Min carekê ji diya xwe re got lê baweriya min nekirin. Malbata min havînan diçûn Stenbolê. Bavê min jî li vir karê ajokarî dikir û bi şevan dixebitiya. Ji bo ku ez jî tenê nemîm min dişand mala amojîna min. Bavê amojina min kesek alkolîk bû. Li wir jî rastî tacîza bavê amojina xwe hatim. Min xwe gelek neçar hîs kiribû lê tu kes ji destê min negirt.”
 
‘Bi salan ez bi îşkenceyê re rûbirû mam' 
 
L, piştî van bûyerên trajik, li pey lêgerînan dikeve û dixwaze ji vê ziyanê xwe rizgar bike, çareseriyê di zewacê de dibîne. Lê belê ew rêya nû jî ji yên din ne xirabtir dibe. L, diyar kir ku ew bi salan bi îşkenceya sistematik re rûbirû maye û wiha berdewam kir: “Ez di 18 saliya xwe de zewicîm. Min got qey ez bizewicim dê di jiyana min dê rûpelek nû vebe. Lê berovajî wê yekê pişti çend mehan ez bi tundiyê re rûbirû mam. Di wê zewacê de 5 zarokên min çêbûn. Hevjînê min her tim qûmar dilîst. Loma kengê dihat malê li min dixist û min taciz dikir. Her tim têkiliyê wî bi jinan re çêdibûn, her carî jinek dianî malê. Herî dawiyê jinek anî û em neçar man ku bi hev re bijîn. Zarokên min biçûk bûn û fêm nedikirin. Min ji malbatê re got lê malbat ji min re got 'tiştek nabe, ew mêr e tu dengê dernexîne’. Ez êdî neçar bûm.”
 
‘Min 8 caran hewl da ku dawî li jiyana xwe bînim' 
 
L. her tim bi şîdetê re rûbirû ma û hewl daye ku xwe bikuje. L, wiha dom kir: "Ji ber şîdetê êdî ez bêzar bibûm û min 8 caran hewl da ku dawî li jiyana xwe bînim. Min xwe gelekî neçar his dikir. Ez ê çibikim min ne dizanî. Malbata min ji her tiştî agahdar bû lê tiştek nedikirin. Hem hevjînê min û hem jî malbata hevjînê min êrişê li min dikir. Zarokên min jî dibûn şahîdê îşkenceyê. Carekî kurê min ê mezin li dijî bavê xwe derket. Lê êrişê kurê min û zarokên min jî kir. Min û zarokên min rakirin nexweşxaneyê. Min gelek caran rapora lêdanxwarinê lê gilî kirina min vala bû."
 
‘21 caran min îfade da lê tiştek nekirin' 
 
L, destnîşan kir ku ji ber ku malbat cerdevan bûn û gilî kirina min li ber çavan nedigirtin û wiha axivî: "Ev du sal in ez nikarim zarokên xwe bibînim. Ji ber ku nîşanê min nadin. Ne dewlet û ne jî malbat alikarî li min dike. Lewra ez her ku diçe hêviya xwe winda dikim. Gava tiştên ku derbarê min de tê gotin ez fedî dikim. Kî nêzî min bû ji bo berjewendiyên xwe nêzî bûn. Loma xwest ji her kesê dûr bikevim. Bendewariya min ji tu kesê tune ye. Haya dewletê ji min heye. Ez gelek caran ji ber şîdetê li nexweşxaneyê mam û qeydên min li nexweşxaneyê heye. Min 21 caran qereqolê îfade da. Lê tu tiştek nehat kirin. Xwedî li min derneketin. Hertim gotin tiştek ji destê me nayê.”
 
‘Li ser darê razam û li bin darê rûniştim' 
 
L, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo ez ji vê rewşê rizgar bibim ez her tim di nav lêgerînê de bûm. Ez demek li mala malbata xwe mam, lê muameleya ku li vir dihat kirin ku ne baş bû û min herî dawiyê tiştên xwe kom kir ez ji malê veqetiyam. Ez bê pere veqetiyam û çend rojan ez li parkekî mam. Êvaran hildikişiyam ser darên parkê û roj jî li parkê bûm. Ez bi rojan kar geriyam û herî dawiyê jî li kafeyekî min karek dît. Xwediyên cafeyê hevjînên hevdû bûn û gelek alikarî dan min. Ez êvarê li kafeyê radizam û roj jî li kafeyê dixebitim. Bi vî şiklî min pere kom kir û ji xwe re malek girt. Lê gava min mal girt vê gavê eşyayên min tune bûn. Bi demê re min eşyayên desta dûyemin sitend û mala xwe raxist. Heya îro jî ez dixebitim. Çend ez xwe bêkes hîs bikim jî ez niha bi tena serê xwe li ser piyê xwe disekînim. Niha ez dikarim xwe biparêzim û debara xwe bikim."