Dayika Kubraya ku 11 roj in winda ye: Dixwazim keça min were dîtin

  • 09:03 25 Mijdar 2021
  • Rojane
Sema Çaglak - Şehrîban Aslan
 
AMED - Kubra Ekîn a ku berê jî ji ber tundiya lê hat kirin gilî kiribû, 11 roj in agahî jê nayê girtin. Dayika Kubra, Rahîme Ozdemîr destnîşan kir ku ji ber rewşa keça xwe gelek bi fikar e û ditirse ku tiştek hatibe serê wê. Rahîme, bang kir ku bila keça wê bê dîtin.
 
Kubra Ekîn a ku 5 meh beriya niha ji ber cil û bergên xwe bi êrişê re rûbirû ma bû û derbarê êrişkar de gilî kiribû. Lê belê mêrê ku êrîşê wê kiribû serbest hatibû berdan. Hat aşkerakirin ku Kubra di 13'yê mijdarê de ji dayika xwe re gotiye ez diçim danûstendinê û careke din agahî jê nehatiye girtin. Dayika Kubra Rahîme Ozdemîr ji ajansa me re axivî û bang kir ku bila keça wê were dîtin.
 
‘Telefona wê hatiye girtin û tu şop li pey tune ye’
 
Rahîme diyar kir ku Kubra tu carî telefona xwe nagire û anî ziman ku ew bi fikar e ku tiştek hatiye serê keça wê û wiha axivî: "Ji ber bûyera ku 5 meh berê pêk hatibû, me mala xwe ji navçeya Rezanê bar kir. Ji ber ku Kubra piştî vê bûyerê ji bo ewlehiya xwe bi fikar bû gelek ditirsiya. Em jî bi fikar bûn û me xwest em ji wê derê biçin. Lê belê niha jî keça min winda ye û ez nizanim çi hatiye serê wê. Roja 13’yê mijdarê Kubra çû derve ku danûstandinê bike. Lê piştî wê rojê me nekarî jê agahî bigirin. Telefona wê hatiye girtin û tu şop li pey tune ye. Kubra tu carî telefona xwe nedigirt. Hertim agahî dida me. Me bi hevalên wê re jî axivî lê ew jî tu tiştek nizanin û şaş mane. Ez bi fikar im ku tiştek hatibe serê wê.”
 
‘Hevala wê ya mêr bi nakokî axivî’
 
Rahîme destnîşan kir ku Kubra herî dawî bi hevalê xwe ya mêr re hatiye dîtin. Rahîmeyê di berdewamiya axaftina xwe de balê kişand li ser nakokiya axaftinên hevala wê ya mêr û wiha got: “ Destgirtiyê Kubra hebû. Keça min piştî çend mehan got 'Em ê demek nêz de bizewicin'. Kubra li dijî fikra zewacê bû. Ji ber vê gava ku got ez dixwazim bizewicim em hinek şaş man. Kubra gava ku çûbû ji bo danustandinê, bi hevalê xwe ya mêr re çûbû. Loma di destpêkê de em li wî geriyan ku em ji Kubrayê agahî bigirin. Lê belê di destpêkê de got 'Kubra ne li gel min e'. Piştre jî got 'Kubra ne ligel min bû'. Yanî axaftinên pir bi nakokî kir.”
 
‘Dixwazim keça min bê dîtin’
 
Rahîmeyê anî ziman ku piştî windabûna Kubra, wan serî li qerekolê dane lê serlêdanen wan bê bersîv mane. Rahîme bang kir ku ew dixwaze keça wê bê dîtin û wiha got: “Em gelek caran li ser hev çûn qerekolê. Lê belê piştî ku îfadeya me hate girtin tu tiştek nehate kirin. Ez ji ber xema keça xwe ne dikarim razêm ne jî dikarim xwarin bixwîm. Keça min di çi rewşê de ye nizanin. Dibe ku tiştek xirab jî hatibe serê wê. Ditirsim ku derqehê keça xwe de agahiyek nebaş bibîhîsim. Dixwazim keça min bê dîtin.”