Li Amedê çalakiya 'Em nikarin debara xwe bikin'

  • 19:20 24 Mijdar 2021
  • Rojane
 
AMED - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê bi dirûşma “Em nikarin debara xwe bikin” daxuyaniyek girseyî lidarxistin û Erdogan vexwendin îstîfayê. 
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê bi dirûşma “Em nikarin debara xwe bikin” li qada Derê Çiyê ya Sûra Amedê daxuyaniyek da. Bêriya daxuyaniyê qad ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin. Pêkhateyên platformê, Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Herêmên Demokratîk(DBP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û CHP beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
Her wiha girse gelek caran dirûşmeyên “Hikûmet îstîfa”, “ Erdogan îstîfa” , “ Ne ji rantê re, ji gel re bûdçe”, “ Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Bimire faşizm” û “ Ne ji şer re, ji gel re bûdçe” berz kirin. Girseya ku dovîzên “We xelas kir” , “Qesr sedem, dolar encam e” rakirin, her wiha pankarta “Em nikarin debara xwe bikin” vekirin. 
 
Metna daxuyaniyê ji hêla Berdevkê Platformê Mehmet Ceylan ve hate xwendin. Mehmet, got: “Em bandorê qeyrana aboriyê her roj, di sûk, bazar û marketan de dibînin. Welatî her diçe di bin zeman de dipeçîqe û êdî nikare debara xwe ya rojane jî bike. Her roj bi fikara wê îro li ser çi mûçeyek were, em ê çawa bi mûçeyên xwe yên heliyayî bijîn derbas dikin. Her ku diçe pereyê me qîmet winda dike û xizanî her ku diçe kûrtir dibe.”
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di vê pêvajoya dijwar de pêşnûmeya bûdçeya 2022’an ku ji nêz ve bi paşeroja me hemûyan ve girêdayî ye, li TBMM’ê tê nîqaşkirin. Di bûdçeyê de tê diyarkirin ku dahat ji kê re bê dayîn û ji kê re were xerckirin. Li welatekî ku di makezagona wê de dewleteke hiqûqî ya civakî heye, piraniya civakê û piraniya kedkarên hilberîner; bi bûdçeyên ku bên çêkirin dikarin bên parastin. Lê belê bi salan e li Tirkiyeyê bûdçe bûye navgîneke veguhestina çavkaniyên welat. Wergiyên ku ji kedkar û gel tê standin bûye alavek ji bo parastina sermayedar û piştgiran.
 
Newekhêviya civaka zayendî her ku diçe bi vê qeyranê kûrtir dibe. Ji çavkaniyên aborî, xizmetguzariyên giştî, perwerde, tenduristî û mafên parastina civakî û xebata wan a ducarî ji bo lênêrînê û karê malê, careke din di bûdçeyê de tê paşguhkirin. Pereyên ku ji berîka me tê girtin, ne ji perwerde, tenduristî, ewlekariya civakî re tê bikaranîn. Şûna wan de ji dewletên bazirganên çek û sîlehan re ku hikûmet ji wan piştgiriyê dike tê bikaranîn. 
 
Em carek din ji vir bang dikin;
 
* Bila barê bacê li ser mûçegiran sivik bibe û dahata bûdceyê bi giranî xwe biteyisîne li ser backirina qezenç, faîz û serwetan. 
 
* Divê mûçeya asgarî bê zêde kirin. Divê fatûreyên elektrîk, av, gaza xwezayî û înternetê ji bac û dabirînê bê derxistin. 
 
* Bacên nerasterast kêm bikin û KDV’ê li ser hemî hilberên xwarinê sifir bikin. 
 
* Divê bazarkirina xizmetên giştî yên wekî perwerde û tenduristiyê bê rawestandin û para ku ji bûdçeyê ji bo xizmetên giştî û veberhênanan tê veqetandin bê zêdekirin."
 
Daxuyanî bi dirûşma “Erdogan îstîfa” bi dawî bû.