'Îktidar polîtîkaya keda jinê ya erzan dide meşandin'

  • 16:35 24 Mijdar 2021
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Arzu Çerkezoglu ya li daxuyaniya Komîsyona Jinê ya Dîskê axivî wiha got:"Îktidara AKP'ê ya ev 20 sal in welat bi rê ve dibe polîtikayên xwe ji ser erzankirina TL û erzankirina keda jinê dide meşandin. Êdî bes e."
 
Komîsyona Jinê ya Konfederasyona Sendîkayên Karker ên Şoreşger (DÎSK) ya Îzmîrê di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê ji bo peymana hejmara 190'î ya ÎLO'yê "Peymana Pêşîgirtina Destdirêjî û Tundiyê ya li Cihê Kar" bê erêkirin îro li Konakê meş li dar xist û daxuyaniya çapemeniyê da. Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Jinên li ber Konak Pierê hatin gel hevdu li dijî newekhevî, tundî, cihêkarî, qeyrana aboriyê dengê xwe bilind kirin. Jinên meşiyan heta ber Sumerbank a Berê ya Konakê dirûşmên "Hukumet îstifa","Cînayetên jinan polîtîk e","Bijî piştgiriya jinê" berz kirin. 
 
'Bila peymana hejmara 190'î ya ÎLO'yê bê erêkirin'
 
Seroka DÎSK'ê ya hejmara 8'emîn a Şaxa Îzmîrê Deniz Şahin Gumuştekin xwend. Denizê da zanîn ku daxwazên wan zelal in ew dixwazin Peymana Stenbolê pêk bê û peymana hejmara 190'î ya ÎLO'yê bê erêkirin.
 
'Ji her 4 jinan yek nikarin mûçeya herî kêm jî bigirin'
 
Denizê da zanîn jin li her derê bi her newekheviyê rû bi rû tên hiştin û wiha pê de çû:"Mûçeya herî kêm di bin sînorê birçîbûnê de ye. Ji her 4 jinan yek nikarin mûçeya herî kêm jî bigirin. Tundî, xizanî, qeyrana aboriyê ji ber îktidara siyasî ya me bi rê ve dibe diqewime. Îktidara AKP'ê ya ev 20 sal in welat bi rê ve dibe polîtikayên xwe ji ser erzankirina TL û erzankirina keda jinê dide meşandin. Êdî bes e. Em dixwazin bikaribin debara xwe bikin."
 
Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.