Jin ji bo meşa 25'ê Mijdarê hatin vexwendin

  • 15:46 24 Mijdar 2021
  • Rojane
 
WAN - TJA û Meclîsa Jinê ya HDP'ê dê di çarçoveya 25'ê Mijdarê de beşdarî meşa li navçeya Rêya Armûşê bibin. Jin ji bo meşa 25'ê Mijdarê hatin vexwendin.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jin vexwendin meşa dê sibehê saet di 15.00'an de li Kuçeya Surmelî ya Rêya Armûşê bê lidarxistin. 
 
Di hevdîtinan de welatiyan bertek nîşanî komkujiyên jinê, tundiya mêr û qeyrana aboriyê dan. Ji welatiyan Sarya Aşkan bal kişand ser qeyrana aboriyê û wiha got:"Em hatin wê rewşê ku nikarin xurekekê bigirin. Zarokên me dema diçin dibistanê em nikarin pere bidin wan. Ji ber îktidarê her roja diçe em xizan dibin. Li malê nanê me jî tune ye em bidin zarokên xwe."
 
Jinan peyama dê di 25'ê Mijdarê de li kolanan bin ragihandin.