Li Ebaxê zaroka birîndar hat dîtin jiyana xwe ji dest da

  • 15:28 24 Mijdar 2021
  • Rojane
 
WAN - Li Ebaxê zaroka bi navê H.H. bi awayê birîdar hat dîtin. Zaroka birîndar ku rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. 
 
Li navçeya Ebax a Wanê li taxa Navrî duh êvarê zaroka 16 salî ya bi navê H.H. li malê bi awayê birîndar hat dîtin . Zaroka ku bi çekê hatibû birîndarkirin û malbata wê ew rakir nexweşxaneyê jiyana  xwe ji dest da.
 
Cenazeyê zarokê, ji bo otopsiyê rakirin Navenda Tipê ya Dursun Odabaş ya Nexweşxaneya Yuzuncu Yilê.
 
Cenzeyê zarok serê sibehê ji aliyê malbata wê ve ji nexweşxaneyê hat  girtin û birin li Goristana Taxa Nevrî defin kirin.
 
Derbarê kuştina zarokê ya bi gûman de Serdozgeriya Komarê ya Ebaxê lêpirsîn da destpêkirin.